Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Şehîdan a Îraqê ragihand ku di çarçoveya hewlên niştimanî û mirovî yên ji bo bidawîanîna dosyeya kesên winda de, hestiyên hejmarek qurbaniyên Şingalê û Zindana Badûşê destpêka meha bê radestî malbatên wan tên kirin da ku werin veşartin.
Birêvebirê Giştî yê Daîreya Parastina Gorên Bikom û Kesên Winda Ziya Kerîm Saîdî ragihand:
"Amadehî hatine kirin ku hestiyên hejmarek şehîdên Şingalê yên ji pêkhateya Êzidî bên radestkirin.
Biryar e 30ê Îlonê hestî bên radestkirin û 1ê Çiriya Pêşîn jî merasîma veşartina wan bê lidarxistin."
Ziya Kerîm Saîdî diyar kir ku hefteyek piştî radestkirina hestiyên qurbaniyên Şingalê, dê rêkarên radestkirina hestiyên 13 şehîdên Komkujiya Zindana Badûşê yên bi malbatên wan re dest pê bikin.
Saîdî her wiha anî zimên:
"Merasîma veşartina komên din ên şehîdan dê di qonaxa bê de were ragihandin, ew jî piştî temambûna hevahengiya li gel Serokatiya Dadgeha Pêdaçûnê ya Nînowayê dê were kirin."
Hestiyên 156 Enfalkiriyan doh ji Bexdayê vegeriyan Herêma Kurdistanê da ku li warê xwe bên veşartin.
Ew hestî di goreke bikom de li devera Til Şêxiyê ya li çolistanên Semawayê hatibûn dîtin ku berê jî 172 hestiyên din ji wir hatibûn derxistin.



