Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Rojavayê ya li Qamişloyê derbarê pêvajoya entegrasyona bi Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê re daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Zanîngehê ji ber derengmayîn û nediyariya mekanîzmayên entegrasyonê dilgiraniya xwe nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ev pêvajo bi awayekî demokratîk, nenavendî û şefaf bi rê ve biçe.
Her wiha hat tekezkirin ku divê taybetmendiyên herêmê li ber çavan bên girtin.
"Perwerdeya bi zimanê dayîkê nayê guhertin"
Di daxuyaniyê de helwesteke zelal a li dijî nêzîkatiyên navendîperest hat nîşandan û hat gotin:
"Parastina pergala akademîk û misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, du prensîbên me yên bingehîn in û qet nayên guhertin."
Zanîngeha Rojavayê bi bîr anî ku zanîngeh beriya 10 salan di bin şert û mercên giran ên şer, dorpêç û kêmderfetiyê de hatiye avakirin û xwedî ezmûneke dewlemend e.
"Ev yek cihê dilgiraniyê ye"
Zanîngehê destnîşan kir ku tevî nêzîkbûna sala nû ya xwendinê jî mekanîzmayên entegrasyonê hîn ne diyar in û dereng mane.
Zanîngehê amaje pê kir ku ev yek cihê dilgiraniyê ye.
Zanîngeha Rojavayê ferzkirina biryarên lezgîn û yên ji nişka ve ku bi şêwazekî navendî tên dayîn red kir û got:
"Biryarên derbarê zanîngehê de divê bi rêya diyalog, şefafiyet û rêzgirtina li taybetmendiyên herêmê werin dayîn.
Pêvajoya entegrasyonê pêwîstî bi demeke têrker heye û divê bi gotûbêj û lihevkirinê bê meşandin da ku serxwebûna akademîk, pirrengî û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bên parastin."
Banga zanîngehê
Zanîngehê di dawiya daxuyaniyê de bangî hemû aliyên peywendîdar kir ku pêvajo bi tevlîbûna xwendekar, mamoste û karmendan bi rê ve biçe û wiha got:
"Pêwîst e paşeroja bi hezaran xwendekar, mamoste û karmendên ku keda wan di avakirina vê zanîngehê de heye bê misogerkirin.
Her wiha divê taybetmendiyên civakî, çandî û erdnîgarî yên herêmê li ber çavan bên girtin."



