Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Kirmaşan-Tehranê otobuseke rêwiyan a ku ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ber bi Tehranê ve diçû qulibî û di qezayê de 11 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.
Qeza îro destê sibehê demjimêr 04:48an li kîlometreya 30î ya rêya Hemedan-Savehê qewimî.
Birêvebirê Navenda Rewşên Lezgîn û Alîkariya Bijîşkî ya Savehê Hemîd Ebrehderî li ser bûyerê daxuyanî da û got:
“Otobus ji Kirmaşanê ber bi Tehranê ve diçû.
Tîmên me bi lez xwe gihand cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê lê tê diyarkirin ku rewşa beşek ji wan giran e.”
Hat ragihandin ku 11 rêwî li cihê qezayê mirine û 24 birîndar jî ji bo tedawiyê birine nexweşxaneyên deverê.
Heta niha sedema qulibîna otobusê ji aliyê saziyên pêwendîdar ve nehatiye eşkerekirin û lêkolînên li ser qezayê dewam dikin.


