Hewlêr (Rûdaw) - Di nava hefteyekê de li ser sînorê Hacî Omeranê yê bi Rojhilatê Kurdistanê re 68 koçberên neyasayî hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, wan hewl daye ku bi rêyên qaçax derbasî Başûrê Kurdistanê bibin lê piştî lêpirsînê ew li welatên wan hatine vegerandin.
Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê, ew koçber xwedî nasnameyên Sûriye, Pakistan û Efxanistanê ne û di nav wan de jin û zarok jî hene.
Koçber destpêkê bi rêya Îmaratê çûne Îranê û pişt re ji aliyê qaçaxçiyan ve ber bi herêmên sînor Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ve hatine veguhastin.
Agahî nîşan didin ku armanca sereke ya van kesan mayîn û xebata li Herêma Kurdistanê bûye lê dema ku gihîştine ser sînorê Hacî Omeranê, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve hatine desteserkirin.
Hewldana derbasbûna neyasayî ya van koçberan di demekê de ye ku Nîsana 2025an hikûmeta Îraqê li ser hatina karkerên biyanî biryarek da.
Hikûmeta Îraqê bi armanca çêkirina derfetên zêdetir ji bo hêza karkerên navxweyî, hatina karkerên ji Sûriye û çar welatên başûrê Asyayê bi awayekî demkî qedexe kiribû.



