Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî Deriyê Sînor ê Başmaxê yê navçeya Pêncwênê ya Silêmaniyê tankereke sotemeniyê teqiya û 2 kes mirin.
Bûyer îro saet 01:10an qewimî.
Çavkaniyekî berpirs ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Ew cihê ku agir pê ketiye depo û tankerên sotemeniyê lê hene.
Ev der li ser rêya Başmax û Pêncwênê wekî cihê depokirina sotemeniyê tê bikaranîn."
Serperiştyarê Birêvebirê Parastina Sivîlan a Pêncwênê Ceza Mecîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:
"Me 2 kes ji nav agir derxistin. Heta ku em gihîştin wir ew di nav agir de mabûn û derdora wan hemû agir bû.
Bê oksîjen mabûn, heta ku gihîştin nexweşxaneyê mirin."
Ceza Mecîd her wiha da zanîn:
"Ew tiştê ku agir pê ketiye û teqiyaye tankereke sotemeniyê ye ku wekî depoya mazotê dihat bikaranîn."
Hêzên ewlehiyê û tîmên Parastina Sivîlan li cihê bûyerê ne û dest bi lêpirsînekê kir.


.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)