Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du malbatên xwîndar bi navbeynkariya parlamenter û Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê li hev hatin.
Li navçeya Sirûcê ya Rihayê, sala 2023yan di navbera malbata Şahinan a ji eşîra Şeddadiyan û malbata Yaşarsoyan a ji eşîra Dinayiyan de ji ber pirsgirêkeke civakî pevçûn derketibû.
Di encama wê pevçûnê de kesek hatibû kuştin.
Endamên her du malbat û eşîran doh bi navbeynkariya berpirsên Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê li hev hatin û xwîndariya di navbera xwe de bi dawî kir.
Di bin Quranê re derbas bûn
Ji bo merasîma aştiyê bi hezaran kes li holeke dawetê ya li navçeya Sirûcê kom bûn.
Endamên her du malbatan di bin Quranê re derbas bûn û dest dan hev.
Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Nihat Demîrbîlekli û Ayşe Surucu beşdarî merasîmê bûn.
Her wiha Hevserokên Şaredariya Sirûcê Muslum Baran û Ayten Kayayê û rûspiyên herêmê jî di merasîma aştiyê de amade bûn.



.webp&w=3840&q=75)