Hewlêr (Rûdaw) - Hesabên medyaya civakî yên fenomenê muzîka Kurdî Rohan Sefoyê 11 salî, piştî ku ji bo Amedsporê strana “Lêxe Amedspor” got, hatin girtin.
Rohan Sefo ku hîn di temenê zarokatiyê de bi stranên Kurdî bala mirovan dikişîne, li ser medyaya civakî di demeke kurt de eleqeyeke mezin dît.
Hesabên wî yên medyaya civakî piştî ku tîma Amedsporê tîma Beşîktaşê 3-2 têk bir û Rohan stranek ji bo vê serkeftinê got, hatin astengkirin.
Strana bi navê “Lêxe Amedspor” ku Rohan piştî maça Amedspor û Beşîktaşê strî, bala milyonan kişand.
Li gorî agahiyên ku malbata wî dane, ev stran di 24 demjimêrên pêşî de 5 milyon caran hatiye temaşekirin.
Lê belê piştî belavbûna vê stranê, hesabên medyaya civakî yên Rohan Sefo nemaze hesabê wî yê Instagramê li Tirkiyeyê hatin girtin.
“Tiştekî fermî an agahdariyek ji me re nehatiye”
Birayê Rohan Sefo, Dilyar Sefo di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku hesab beriya du rojan hatine girtin.
Dilyar Sefo diyar kir ku girtina hesabê dibe ku li ser gilîkirina wan aliyên ku ji Amedsporê aciz bûne çêbûbe û wiha got:
“Derbarê vê girtinê ji dadgehê an jî ji saziyeke din agahdarî an teblîgata fermî ji me re nehatiye.”
Sefo destnîşan kir ku ji bo vekirina hesabê hewldan berdewam dikin û da zanîn ku menajerê hunermendê navdar Ciwan Haco bi vê mijarê re mijûl dibe.
Her wiha parêzerê Selahattîn Demîrtaş, Mercan Argunaga jî vê pêvajoyê dişopîne.
“Ew dê li ser stranên xwe berdewam bike”
Rohan Sefo bi eslê xwe zarokê malbateke ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye û li gel malbata xwe li bajarê Êlihê dijî.
Birayê wî Dilyar Sefo anî ziman ku morala Rohanê 11 salî yê ku bi stranên Kurdî gihîştiye girseyeke mezin baş e û wiha lê zêde kir, “Ew dê li ser stranên xwe berdewam bike.”


