Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala 3yemîn a Berhemên Xwemalî ya Akrê piştî 3 rojan bi dawî bû.
Birêvebirê Çandiniyê yê Akrê da zanîn ku 74 hezar geştyaran çûne festîvalê û 70 ton berhemên curbicur ên navxweyî hatine firotin ku dahata wan gihîştiye zêdetirî 401 milyon dînarê Îraqî.
Şeva şemiyê Birêvebirê Çandiniyê yê Akrê Fazil Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Festîvala 3yemîn a Berhemên Xwemalî ya Akrê bi dawî bû ku 17ê Îlonê dest pê kiribû û 3 rojan berdewam kir.
Di van 3 rojan de 74 hezar geştyarên ji derveyî navçeya Akrê hatine festîvalê.”
“70 ton berhemên cotkaran hatin firotin”
Birêvebirê Çandiniyê yê Akrê li ser hejmara berhemên hatine firotin da zanîn:
“Di nava wan 3 rojan de, 70 ton berhemên curbicur ên cotkaran hatin firotin ku piraniya wan birinc, hêjîr, simaq û tehîn bûn.
Bi vî rengî 18 ton birinc, 12 ton hêjîr, nêzîkî 7 ton simaq, 8 ton tehîn û 25 ton jî berhemên din ên xwemalî hatin firotin.”
Zêdebûna hejmara geştyaran
Par nêzîkî 40 hezar geştyar û mêvanan çûbûn festîvalê.
Fazil Mistefa bal kişand ser wê yekê ku îsal amadehî berfirehtir û baştir hatibûn kirin û vê jî rê li ber wê vekiriye ku hejmara mêvan û geştyaran bi awayekî berbiçav zêde bibe.
Fazil Mistefa her wiha anî ziman:
“Dahata festîvalê tenê bi rêya firotina berhemên li nav konan (ji bilî firotina li derveyî konan) gihîşt 401 milyon dînarî.”
Fazil Mistefa li ser amarên geştyaran ragihand ku ji bilî welatiyan 600 kes ji derve jî hatine Festîvala 3yemîn a Berhemên Xwemalî ya Akrê.
Birêvebirê Çandiniyê yê Akrê diyar kir ku cara yekem ev festîval 3yê Îlona 2023yan hat sazkirin û heta saet 23:00an berdewam kir ku tê de 20 berhemên cuda yên herêmê hatibûn nîşandan.


