Hewlêr (Rûdaw) - Bi lêdana zengila xwendinê ya ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve, sala nû ya xwendinê ya 2026-2027an li seranserî Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî dest pê kir.
Li gorî agahiyên Rûdawê, li Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce û îdareyên serbixwe) zêdetirî milyonek û 750 hezar xwendekaran li 7 hezar û 590 dibistanan dest bi perwerdeyê dikin.
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hewlêrê Luqman Seîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Li parêzgeha Hewlêrê îsal nêzîkî nîv milyon (500 hezar) xwendekar dest bi xwendinê dikin.
Ji vê hejmarê jî navê 25 hezar xwendekaran di pola yekem a seretayî de hatiye tomarkirin û îro wekî roja ewil dest bi dersan dikin.”
Luqman Seîd her wiha da zanîn ku li parêzgeha Hewlêrê deriyên hezar û 632 dibistanan li ber xwendekaran hatine vekirin.
Li Silêmaniyê zêdetirî 410 hezar xwendekaran hene
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Silêmaniyê Nejad Ebdulah ji Rûdawê re got:
“Îro li hezar û 502 dibistanên fermî û taybet 410 hezar û 383 xwendekar dest bi demsala nû ya xwendinê dikin û hemû amadehî bi awayekî herî baş hatine kirin.”
Nejad Ebdulah her wiha anî zimên ku navê 30 hezar xwendekaran cara ewil di pola yekem a seretayî de hatiye tomarkirin.
Li Dihokê zêdetirî 426 hezar xwendekaran diçin dibistanê
Li parêzgeha Dihokê jî sala nû ya xwendinê dest pê kir.
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Dihokê Segvan Hesen ji Rûdawê re ragihand:
“Li sînorê parêzgeha Dihokê zêdetirî 426 hezar xwendekaran dest bi dersan dikin.
Ji vê hejmarê 32 hezar xwendekar di pola yekem a seretayî de ne.
Hejmara giştî ya navendên perwerdeyê yên li parêzgehê jî hezar û 521 dibistanên fermî û taybet e.”
Li Helebceyê 28 hezar xwendekar hene
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Perwerdeyê ya Helebceyê Soran Omer li ser rewşa parêzgehê ji Rûdawê re axivî û got:
“Îro li seranserî parêzgehê 28 hezar xwendekar li 146 dibistan û baxçeyên zarokan dest bi sala nû ya xwendinê dikin ku 2 hezar û 300 ji wan di pola yekem a seretayî de ne.”
Salnameya Wezareta Perwerdeyê
Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ji Rûdawê re eşkere kir ku ji koma zêdetirî 1,75 milyon xwendekarên Herêma Kurdistanê, zêdetirî 150 hezar xwendekarî di pola yekem a seretayî de û 20 hezar zarokî jî li baxçeyên zarokan hatine tomarkirin.
Li gorî salnameya Wezareta Perwerdeyê ya sala 2026-2027an, demsala yekem a xwendinê 20ê Îlona 2026an dest pê dike û ji 72 rojên xwendinê pêk tê.
Demsala duyem jî dê 3yê Kanûna Paşîn a 2027an dest pê bike û dê 89 roj bin.



