Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye, li ser xwestina pere û alîkariyê ya bi navê gerîlayan daxuyaniyek belav kir.
HPGyê bangî xelkê û karsazan kir ku baweriyê bi wan kesan neyînin ku bi navê wan alîkariyê dixwazin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di van demên dawî de li gelek navendên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hinek kes bi navê gerîlayên PKKyê serdana karsaz, welatî û derdorên cuda dikin û alîkariya darayî dixwazin.
"Ti pêwendiya wan bi me re nîne"
HPGyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku wan li ser van agahiyan lêkolîn daye destpêkirin û got:
"Li ser van agahiyên ji gelek navendan hatine, lêkolîn hat kirin. Di encamê de derket holê ku li wan cihên gerîlayên me lê ne yan lê nînin, ji ti kesî alîkarî nehatiye xwestin.
Lewra li kû derê dibe bila bibe, ew kesên ku bi vî rengî alîkariyê dixwazin, ti pêwendiya wan bi gerîla û tevgera me re nîne.”
“Komên çete ketine dewrê”
HPGyê di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku ev kiryar bi zanebûn tên kirin û wiha pê de çû:
"Belge û zanyariyên di destê me de nîşan didin ku di vê mijarê de komên çete bi zanebûn ketine nava liv û tevgerê û ev kiryarên neyînî ji aliyê wan koman ve tên meşandin.
Em bangî gelê xwe yê welatparêz, dost û hemû derdoran dikin ku rê nedin van hewldanan.
Çi bi rêya name û notan be çi bi rêyên din be, baweriyê bi wan kesan neyînin û li hemberî kesên ku bi navê gerîla alîkariya madî dixwazin hişyar bin."


