Hewlêr (Rûdaw) - Malbata girtiyê Kurd Basil Mihemed Heqî ji bo eşkerebûna çarenivîsa kurê xwe bi rêya Rûdawê hawara xwe dibe siyasetmedar Îlham Ehmed û Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî.
Basil Mihemed Heqî bi eslê xwe ji gundê Elîcaro yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye.
Li gorî daxuyaniya malbata wî, ew 1ê Kanûna Pêşîn a 2024an li navçeya Şehbayê hatiye girtin û heta îro ji aliyê hikûmeta veguhêz ve girtî ye.
Malbata wî dixwaze ku cihê girtîgehê û rewşa wî ya yasayî û mirovî demildest were eşkerekirin.
Her wiha wan destnîşan kir ku eger ji bo girtina kurê wan ti hinceta yasayî nebe divê ew yekser were berdan.
Li aliyê din, malbatê bal kişand ser parastina mafên wî yên bingehîn û got:
"Ev banga me hemûyan e, tenê em dixwazin çarenivîsa wî zanibin û mafên wî bên parastin."


