Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Konseya Rêveber a KCKyê Besê Hozatê ragihand ku ku ji ber neavêtina gavan a dewletê di pêvajoyê de "rewşeke rawestînê" heye.
Wê destnîşan kir ku ji bo domandina pêvajoyê divê statuya Abdullah Ocalan bibe fermî.
Besê Hozatê di bernameyeke Medya Haber TVyê de pirsên derbarê pêvajoyê bersivandin û asta heyî ya pêvajoyê, têkoşîna jinan û bûyerên herêmî nirxandin.
Di pêvajoyê de rewşeke rawestînê heye
Besê Hozatê bal kişand ser gavên Tevgera Kurd û wiha peyivî:
"Di nava 2 salên dawî de Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên gelekî dîrokî avêtin.
Me li hemberî Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî sekinand ku ev gaveke gelekî dîrokî ye. Piştî wê jî bi dorê gelek gav hatin avêtin.
Hêzên gerîla yên li nav sînorên Tirkiyeyê û yekîneyên nav bajaran hatin vekişandin. Şikeftên nêzîkî sînor û yên gelekî dûrî sînor hatin valakirin.
Ev yek mînakeke şênber e ku semîmiyet, biryardarî û sekna me ya li pêşberî pêvajoyê nîşan dide."
Hozatê diyar kir ku li hemberî van gavan ji aliyê dewletê ve ti gavên cidî nehatiye avêtin û wiha li pey çû:
"Hûn dikarin ji vê re xitimandin jî bibêjin, lê belê rewşeke asêmayî heye. Sedema vê helwesta desthilatdarî û dewletê ye.
Ber bi demokratîkbûnê ve gav nayên avêtin, zemîna siyasî û hiqûqî nayê amadekirin. Hîn jî tecrîda li ser Rêberê me nehatiye rakirin. Ew nikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe."
“Şertê bingehîn azadiya Ocalan e”
Hozatê destnîşan kir ku şertê wan ê bingehîn azadiya Ocalan e û got:
"Me dawî li têkoşîna çekdarî anî lê belê ji bo ev yek bikeve meriyetê diviyabû Rêber Apo bi rengekî azad ev pêvajo bi rê ve biba.
Diviyabû dewletê sererastkirinên cidî yên hiqûqî bikirana û zemîna siyaseta demokratîk bihata avakirin.
Di vê mijarê de pêşketinek nîne. Lewma rewşeke rawestînê, rewşeke cemidîbûnê heye."
"Ev hemû şerê taybet in"
Besê Hozatê îdiayên derbarê valakirina şikeftan ên li çapemeniya Tirkiyeyê jî nirxandin û ew wekî "şerê taybet" bi nav kirin.
Wê anî zimên ku dewlet bi van rojevan hewl dide atmosfereke cuda biafirîne û wextê qezenc bike û got:
"Ji xwe eger cidî bin û gavê biavêjin gerîla dê li hemû qadan çekan dayne û bi rengekî rêxistinbûyî siyaseta demokratîk bimeşîne.
Lê dewlet gavê naavêje û di polîtîkaya xwe ya neçareseriyê de israr dike. Ev rojevên şerê taybet in û divê mirov qet guh nede wan."
“Mehmet Uçum çareseriyê naxwaze”
Hozatê daxuyaniyên Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum jî nirxandin û got:
"Mehmet Uçum nûnerê wê meyla nav dewletê ye ku di neçareseriyê de israr dike.
Ew endamekî şerê taybet e û berdevkiya wan derdoran dike ku xwe ji şer û neçareseriyê xwedî dikin."
"Heta statuya Ocalan fermî nebe gerîla gav navêje"
Besê Hozatê di dawiya axaftina xwe de behsa rewşa Ocalan kir û wiha bi dawî kir:
"Azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di nav hev de ne.
Heta ku statuya Rêber Apo fermî nebe û vê pêvajoyê bi rengekî azad nemeşîne, eşkere ye ku gerîla dê gaveke tenê jî neavêje.
Nêzîkatiya li Rêberê me nêzîkatiya li Kurdan e. Ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçe û bi ser bikeve divê statuya Rêberê me fermî bibe."



