Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî Balyoza Taylandê ya Urdin û Îraqê Jirapon Jirampaikulê û şandeya pê re pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de rewşa pêwendiyên dualî û bipêşxistina bazirganiyê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Balyoza Taylandê Jirapon Jirampaikulê re civiya.
Di civînê de rewşa niha û paşeroja pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Taylandê de hat nirxandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê ragihand:
"Di civînê de tekezî li ser girîngiya bipêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Taylandê yên di hemû waran de, bi taybetî jî di warê zêdekirina bazirganiyê de hat kirin."
Her wiha xaleke din a rojeva hevdîtinê rewşa wan welatiyên Taylandê bû ku li Herêma Kurdistanê dijîn û dixebitin.


