Hewlêr (Rûdaw) - Çend malbatên Kurd ên ji Amed û Mêrdînê, ji bo debara xwe li çiyayên Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê darberûyan dikin rejî.
10 malbatên ku xizmên hevdû ne, ji meha gulanê heta dawiya salê li gundê gundekî Xarpêtê dixebitin.
Ew li quntara çiyê di bin çadiran de dimînin.
Ew devera ku ew li wê derê dimînin ji aliyê Birêvebiriya Daristanan ve hatiye diyarkirin.
"Em şev û roj dixebitin"
Ew karê zehmet jin û zarokan nas nake û her kes bi hevdû re dixebite.
Karker Şehmuz Geçmez li ser karê xwe axivî û got:
"Ji roja ku ez ji dayîk bûme ve em bi vî karî mijûl in. Em li her derê geriyan. Me ne tenê li Xarpêtê, li gelek bajarên Tirkiyeyê ev kar kiriye."
Şehmuz Geçmez diyar kir ku ew di vî karî de rastî gelek zehmetiyan tên û got, "Em şev û roj bêrawestan dixebitin."
Jin bi zarokên xwe re dixebitin
Jinên karker jî tevî zarokên xwe yên biçûk vî karî dikin û ew jî mil didin karên giran.
Karkera bi navê Emîne Temelê qala rewşa xwe kir û got:
"Zarokekî min ê salekê heye. Ez zarokê xwe dikim pişta xwe û têm vê derê da ku ez jî alîkariyê bikim."
Amadekirina rejiyê du mehan didome
Amadekirina rejiyê ji çend qonaxan pêk tê.
Karker destpêkê darberûyan dibirin, pişt re wan parçe dikin û dixin nav çalan.
Ew darên birî 2 heta 3 hefteyan di nav çalan de dimînin da ku dar hêdî hêdî bişewitin.
Di dawiya vê pêvajoyê de ku nêzîkî du mehan diajo, karker rejiyê derdixin û ji bo firotinê amade dikin.


