Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, minîbusek û barhilgirek li hev qelibîn.
Di qezayê de 13 kes birîndar bûn ku pitikeke yekmehî jî di nav wan de ye.
Qeza derengiya şeva borî li devera gundê Şîvelanê yê navçeya Elbakê rû da.
Minîbusa ku S.D. diajot û barhilgira ku nasnameya şofêrê wê hîn nehatiye diyarkirin li hev qelibîn.
Piştî lihevqelibînê minîbus wergeriya.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê tîmên tenduristiyê, cendirme, polîs û tîmên parastina sivîlan çûn cihê qezayê.
Hat zanîn ku di qezayê de 13 kesên di minîbusê de birîndar bûne ku yek ji wan pitikeke yekmehî ye.
Tîmên tenduristiyê li cihê qezayê midaxeleya destpêkê li birîndaran kir.
Tîman piştî midaxeleya pêşî, birîndar ji bo dermankirinê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê.

.webp&w=3840&q=75)
