Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna lûtkeyeke bilind a aboriyê, roja pêncşemê diçe Silêmaniyê.
Serokê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Nûrî Osman îro ji Rûdawê re got:
"Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê roja pêncşemê biçe Silêmaniyê û beşdarî lûtkeyeke bilind a aboriyê bibe."
Li gorî gotina Dr. Nûrî Osman, Nêçîrvan Barzanî dê di lûtkeyê de gotarekê pêşkêş bike.
Lûtkeya Aboriyê ya Silêmaniyê rojên 17 û 18ê Îlonê tê lidarxistin.
Yek ji mijarên sereke yên lûtkeyê gotûbêjkirina rewşa aboriyê û sektora hilberînê ye.


.webp&w=3840&q=75)
