Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê cotkarên devera Sergeranê ya Kerkûkê Mihemed Emîn li dijî biryara cezayê pereyan ê ku li ser wî hatibû sepandin, îtîraz kir.
Mihemed Emîn ji bo betalkirina wê biryara Dadgeha Kerkûkê, serî li Dadgeha Îtîrazê da.
Gava cotkarê Kurd piştî wê yekê hat ku 23ê Tebaxê li ser giliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê û leşkerekî Îraqê dadgehê ceza li wî birîbû.
Dadgeha Kerkûkê bi îdiaya “êrişkirinê” 2 milyon dînar (hezar û 370 dolar) ceza dabû wî.
Mihemed Emîn berê li heman dadgehê giliyê Fermandariya Operasyonên Hevbeş û leşkerê Îraqê kiribû.
Wî diyar kiribû ku rê nedane wî ku zeviya xwe bajo û leşker êrişî wî kiriye.
Mihemed Emîn di daxuyaniya xwe ya ji bo Rûdawê de wiha got:
"Em li benda temambûna dosyeya gilîkirinê ne. Pişt re em dê wê pêşkêşî Dadgeha Kerkûkê bikin. Piştî wê jî dê ji bo Dadgeha Îtîrazê ya Bexdayê were şandin."
Aloziya 17ê Sibatê
Ev dosye li ser aloziya ku 17ê Sibatê li Sergeranê qewimî ye.
Artêşê di dema bûyerê de nehişt Mihemed Emîn zeviya xwe bajo.
Wê demê pirsgirêka Mihemed Emîn bi cotkarekî Ereb re li ser erdekî hebû.
Nûnerê Cotkarên Sergeranê da zanîn ku heta 23yê Îlonê dema wan hebû ku li dijî biryara dadgehê îtîrazê bikin.
Di îtîrazê de tê gotin ku biryara li dijî wan hatiye dayîn "neheqî" ye.
Li ser giliyên dualî yên cotkarê Kurd û Fermandariya Operasyonên Hevbeş, heta niha bi giştî 12 rûniştin li dadgehên Dubiz û Kerkûkê hatine lidarxistin.
Vîdeoya êrişê û 48 demjimêr dem
17ê Sibata 2025an li herêma Sergeran a Kerkûkê, leşkerên Îraqê astengî derxist û nehişt cotkarên Kurd zeviyên xwe biajon.
Vîdeoyeke ku ji Rûdawê re hatiye şandin nîşan dide ku leşker hewl didin cotkaran bi zorê ji wesayîtên wan ên çandiniyê daxin.
Di dîmenan de tê dîtin ku leşkerekî dest avêtiye destmala stûyê cotkar Mihemed Emîn û hewl dide zererê bide wî.
Ev dîmen bûn sedema hêrsa raya giştî.
Piştî bûyerê Mihemed Emîn ji Rûdawê re axivî û got:
"Em 48 demjimêran dem didin hikûmeta Îraqê û aliyên pêwendîdar da ku pirsgirêkên cotkarên Kurd li Sergeran û deverên din ên Kerkûkê çareser bikin.
Em dê di 48 saetên bê de li zeviyên xwe nexebitin. Lê belê piştî bidawîhatina vê demê em dê vegerin ser zeviyên xwe.
Em dê di bin ti şert û mercan de rê nedin artêşa Îraqê ku dest deyne ser makîneyên me yên çandiniyê yan jî rê li ber xebata me bigire."
Vegerandina milk û malan ji bo xwediyên wan
21ê Kanûna Paşîn a 2025an Parlamentoya Îraqê civiya.
Bi rêya lihevkirina di navbera partiyên siyasî yên Şîe, Sunî û Kurd de sê pêşniyaryasayên hesas hatin pejirandin.
Yek ji wan, pêşniyaryasaya "Vegerandina Milk û Malan ji bo Xwediyên Wan" bû.
Ev yasa bi piştgiriya hemû fraksiyonên Kurdan ên parlamentoyê hat pejirandin.
Li gorî yasayê, biryarên Encûmena Serkirdatiya Baesê yên li ser destdanîna ser zeviyên cotkarên Kurd û Tirkmen ên li Kerkûkê, tên betalkirin.
Di encamê de zêdetirî 300 hezar donim zeviyên ku li Kerkûkê hatibûn dagirkirin dê li xwediyên wan ên resen ango cotkarên Kurd û Tirkmen werin vegerandin.
Yasaya navborî vegerandina wan milk û zeviyan misoger dike ku li gorî 8 biryarnameyên Encûmena Serkirdatiya Baesê hatibûn dagirkriin.
Lê belê hîn berî ku yasa bikeve meriyetê, ji 8ê Çiriya Paşîn a 2024an û vir ve rê li ber cotkarên Kurd tê girtin.
Ew nikarin zeviyên xwe yên li gundên Pelkane, Şenaxe, Serbaşax û Gaberekê yên li navçeya Sergeranê biajon.
Nûnerên cotkaran diyar dikin ku tevî hebûna yasayê jî, ev astengî didome.


