Kobanî (Rûdaw) - Bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, piştî karesata şewata zindanê îro di roja yekem a şîna giştî de ye.
Kolanên bajêr bê deng in û derî û dikanên xelkê girtî ne.
Di encama şewata li Zindana Kobaniyê de destpêkê 9 ciwanan canê xwe ji dest dabû û 17 kes birîndar bibûn.
Lê îro birîndarekî din jî canê xwe ji dest da.
Bi vî awayî hejmara kesên ku canê xwe ji dest daye derket 10an û 16 kes jî birîndar in.
"Xemgînî û hêrsek heye"
Jiyana rojane ya Kobaniyê di bin bandora şîn û xemgîniyê de ye.
Malbatên qurbaniyan daxwaza eşkerekirina rastiyê û darizandina berpirsan dikin.
Niştecihê bajêr ê bi navê Mesûd Bozî li ser rewşa bajêr axivî û got:
"Îro eger hûn bala xwe bidin Kobaniyê û di kolanên bajêr de bigerin, hûn dê di rûyê welatiyan de xemgînî, qehr û hêrsekê bibînin. Eger ev hêrs bi vî rengî bimîne dê encamên wê xirab bin."
"Girtiyan nexwestiye biçin Helebê"
Bûyerên Kobaniyê ji wê derê dest pê kirin ku xwenîşandanek hatibû lidarxistin.
Di dema van alozî û xwenîşandanan de, agir bi nav Zindana Kobaniyê ket.
Ehmed Mihemedê ku birayê Xalid Mihemedê qurbaniyê şewatê ye, li ser sedema bûyerê ev agahî dan:
"Li wir berxwedaneke mezin hat kirin. Wan dixwest girtiyan bibin Helebê lê girtiyan jî ev yek qebûl nekiriye û li ber xwe daye. Wan gotiye 'em naçin, em dê li vir bimirin lê em naçin'.
Em jî dixwazin ku yên bûne sedem werin darizandin."
Bijîşk: 7 birîndar gihîştin me
Bijîşkên Kobaniyê niha hewl didin jiyana birîndarên giran xilas bikin.
Bijîşkê Giştî yê Nexweşxaneya Almanî Heval Ehmed li ser rewşa birîndaran agahî dan û got
"7 birîndar gihîştin me. Yek ji wan dema hatibû canê xwe ji dest dabû. Me ji nexweşxaneyên din jî pirsî, bi giştî 9 kesan canê xwe ji dest dabû û yên din jî birîndar bûn."
Heval Ehmed destnîşan kir ku rewşa hinek birîndaran zehmet e û di metirsiyê de ye.
Wî da zanîn ku hinek birîndar li ser cîhaza bêhndanê ne û hinek jî şandine Helebê.
Şîna xelkê ya li Kobaniyê didome.


