Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê 7 jinan bi piştgiriya dewletê kooperatîfek ava kir.
Jin li wê kooperatîfê tên cem hev û xwarinên herêmî yên ku ji dayîk û dapîrên xwe fêr bûne çêdikin.
Ew hem bi vê yekê debara xwe dikin û hem jî çanda xwarinê ya bajêr diparêzin.
Jinan sala 2023yan kooperatîfek ava kir û bi piştgiriya Birêvebiriya Bazirganiyê ya Mûşê dikanek bi navê "Destên Jêhatî" vekir.
Çanda xwarinê tê parastin
Jin di vê dikanê de bi hev re xwarinên herêmî yên wekî kifteyên Mûşê, kutilk, xengel, çortî, dolmeyên keleman, pelpêç, patîle û peqlewayan çêdikin.
Ew van xwarinan difiroşin mal, şirket û civînên taybet ên wekî rojbûnan.
Damezirêner û seroka kooperatîfê Dîlek Karaguzelê diyar kir ku wê berê li mala xwe bi tena serê xwe xwarin çêdikirin û difirotin.
Piştî ku mişteriyên wê zêde bûn, wê serî li dewletê da û bi 7 jinan re kooperatîfek ava kir.
"Em 7 jin bi hev re dixebitin"
Dîlek Karaguzelê li ser xebatên xwe wiha got:
"Karê me gelekî baş e. Em rojane xwarinan çêdikin. Ji bilî vê, em ji bo malan bi kîloyan borek, peqlewa û xwarinên din amade dikin.
Her wiha em ji bo rojên wekî rojbûnê û çalakiyên taybet xwarinên herêmî çêdikin. Me navê xwe daye bihîstin û hejmara siparîşên me zêde ye."
Dîlek Karaguzelê da zanîn ku ew 7 jin serê sibehê tên û heta êvarê bi hev re dixebitin û got:
"Em hem wextê xwe xweş derbas dikin hem jî ji bo malbatên xwe piştgiriyeke aborî peyda dikin. Em kêfxweş in ku em bi keda xwe debara xwe dikin."
"Em bi xwarinên herêmî bi pêş dikevin"
Endama kooperatîfê Sema Karaguzelê jî da zanîn ku piştgiriya dewletê feydeyeke mezin daye wan.
Wê eşkere kir ku ev 3 sal in ew bi çêkirin û firotina xwarinên herêmî bi pêş dikevin.
Ji mişteriyan Hemdullah Kardaş jî destnîşan kir ku navê dikana "Destên Jêhatî" gelekî belav bûye û ew jî hatiye xwarinên wan tam bike.
Hemdullah Kardaş diyar kir ku xwarinên vê derê gelekî xweş in û wî ji her kesî re pêşniyar kir ku biçin xwarinên vê dikanê bixwin.

