Kobanî (Rûdaw) - Piştî derketina agir li Girtîgeha Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ku di encamê de 9 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn, li bajêr şîna giştî hat ragihandin.
Îro roja yekem a şîna giştî ye. Ji ber şînê hemû dikan û bazarên bajêr girtî ne û xemgînî û hêrseke mezin li rûyê xelkê bajêr xuya ye.
"Kolan di nav xemgînî û hêrsê de ne"
Bûyerên Kobaniyê piştî xwenîşandanekê dest pê kirin.
Di dema aloziyan de li nav girtîgeha bajêr agir derket û di encamê de 9 girtî mirin û 17 kes jî birîndar bûn.
Welatiyê bi navê Masûd Bozî li ser rewşa bajêr got:
"Îro li Kobaniyê eger hûn bala xwe bidinê û li kolanan bigerin, di rûyê welatiyan de hûn dibînin xemgînî, qehr û hêrsek heye. Eger ev hêrs bi vî rengî bimîne dê xeter be."
"Girtiyan nexwest biçin Helebê"
Li gorî gotina xizmên qurbaniyan, beriya şewatê hewldanek hebûye ku girtî ji Kobaniyê veguhêzin cihekî din.
Birayê Xalid Mihemed ê ku di şewatê de canê xwe ji dest daye, Ehmed Mihemed diyar kir ku girtiyan li hemberî veguhastina xwe li ber xwe daye û got:
"Li wir berxwedaneke mezin hat kirin. Wan dixwest ku girtiyan bibin Helebê lê girtiyan ev yek qebûl nekir û berxwedan kir.
Wan got 'Em naçin, em li vir bimirin jî naçin.' Em dixwazin yên ku bûn sedem werin darizandin."
Rewşa birîndaran giran e
Birîndarên agir li nexweşxaneyên Kobaniyê tên dermankirin û bijîşk li ser rewşa wan hişyariyê didin.
Bijîşkê Giştî yê Nexweşxaneya Alman Heval Ehmed li ser amarên qurbaniyan agahî dan û got:
"7 birîndar gihîştin me, yek ji wan dema anîn canê xwe ji dest dabû.
Li gorî ku me ji nexweşxaneyên din jî pirsî, bi giştî 9 kesan canê xwe ji dest da û yên din birîndar bûn.
Rewşa hinek ji birîndaran giran e û di bin xeterê de ye. Hinek bi cîhazên henasedanê ve girêdayî ne û hinek jî bo Helebê hatin veguhestin."
Li Kobaniyê şîn didome û malbatên qurbaniyan daxwaz dikin ku rastiya bûyerê bi awayekî zelal were eşkerekirin û kesên bûne sedema vê karesatê werin darizandin.


