Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 2 malbatên pismamên hev piştî dijminahiya du salan li hev hatin.
Li gundê Kulînçeyê yê navçeya Xelîliyeyê beriya Cejna Qurbanê ya sala 2025an ji ber pirsgirêkên civakî di navbera malbata Kirmiziyan de pevçûn derketibû.
Di wê pevçûnê de muxtarê gund Îbrahîm Kirmizi û Halîl Kirmizi bi çekan birîndar bûbûn.
Piştî bûyerê aliyekî ji wan gund terikand û ji wir çû.
Her wiha 5 pismamên wan jî bi biryara dadgehê hatibûn girtin ku paşê 3 kes ji wan hatin berdan û 2 kes jî hîn girtî ne.
Malbatên pismamên hev doh bi navbeynkariya rûspiyê eşîra Dugerniyan Mehmet Emîn Ataş li gundê Qelecixê hatin ba hev û li hev hatin.
Ji bo merasîma aştiyê gelek kes li gundê Qelecixê kom bûn.
Her wiha Şaredarê Xelîliyeyê Mehmet Canpolat û hejmarek siyasetmedar jî beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de melayan bi Kurdî şîret li her du aliyan kirin.
Melayan ji her du aliyan xwest ku bûyerên bi vî rengî ducare nebin û aştî û biratî berdewam bike.

