Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de pêla 6emîn a operasyonan dest pê kir.
Li 7 parêzgehan derbarê 11 gumanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Di nav wan gumanbaran de polîsên malnişîn û yên li ser kar jî hene.
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve li Dêrsimê winda ye.
Heta niha ti agahî jê nayê wergirtin lê di lêpirsîna derbarê windabûna wê de bipêşketineke nû çêbû.
Ev lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve tê birêvebirin û di vê çarçoveyê de pêla 6emîn a operasyonan dest pê kir.
Biryara desteserkirina 11 kesan hat dayîn
Gelek îdia hene ku di vê dosyeyê de "delîl hatine veşartin" û "midaxeleyî pêvajoya lêpirsînê hatiye kirin."
Li ser van îdiayan derbarê 11 gumanbaran de lêpirsîn hat destpêkirin.
Di nav van gumanbaran de polîsên ku malnişîn bûne û yên ku niha dixebitin jî hene.
Hat diyarkirin ku li 7 parêzgehan di heman demê de operasyon hatine destpêkirin.
Di çarçoveya operasyonan de biryara desteserkirin, lêgerîn û destdanînê ji bo van gumanbaran hatiye dayîn.
Di pêla 5emîn de 4 kes hatibûn girtin
3yê Îlona îsal pêla 5emîn a lêpirsînê hatibû kirin û 11 kes hatibûn desteserkirin.
Piştî temambûna kar û barên li Birêvebiriya Ewlehiyê, gumanbar sewqî dadgehê hatibûn kirin.
Ji wan gumanbaran Alîkarê Fermandarê Cendirmeyan ê Parêzgeha Dêrsimê Alî Kahraman û hevjîna wî Burçîn Hizli Kahraman jî di nav de 4 kes hatibûn girtin.
Her wiha derbarê 5 kesan de jî biryara kontrola dadî hatibû dayîn.
Gumanbar bi tawana "alîkariya ji bo kuştina biqestî", "bêparkirina mirov ji azadiya wî" û "veşartina delîlan" hatibûn tawanbarkirin.
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku 5ê Kanûna Paşîn a 2020î li Dêrsimê winda bû.
Ji xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Dokuyê ti encam derneket.
Lê belê lêpirsîna derbarê windabûna wê bi salan didome.
Bi vê operasyona dawî re lêpirsîn hîn berfirehtir bûye û kar û barên derbarê gumanbaran de berdewam dikin.


