Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya.
Di qezayê de 2 mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser rêya di navbera Nisêbînê û Cizîrê de, li nêzîkî gundê Xirabê Şerefê yê navçeya Hezexê çêbû.
Otomobîl ji kontrola şofêr derket û wergeriya kêleka rê.
Di qezayê de 5 kesên ku 3 ji wan jin bûn birîndar bûn.
Rewşa du birîndaran giran e
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyan.
Ji birîndaran T.S. û H.K. ji ber ku rewşa wan giran bû sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin kirin.
Her wiha S.S., H.K. û B.K. jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
T.S. li Nexweşxaneya Cizîrê û B.E. jî li Nexweşxaneya Hezexê mirin tevî hemû hewldanên bijîşkan jî mirin.
Termên her du kesan ji bo otopsiyê veguhastin Saziya Tiba Dadî ya Şirnexê.
Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran hîn giran e û yek ji wan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê hatiye kirin.
Hêzên ewlehiyê li ser qezayê lêkolîn da destpêkirin.


