Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û şandeya pê re birîndarên şewata Zindana Kobaniyê ziyaret kirin.
Mezlûm Ebdî li nexweşxaneya Kobaniyê çû dîtina birîndaran.
Wî pirsa rewşa tenduristiya wan kir û ji wan re şifaya lezgîn xwest.
Mezlûm Ebdî beriya wê ziyaretê, çûbû goristana bajêr.
Wî li wir bi malbatên wan girtiyan re hevdîtin kir ku di şewata zindanê de canê xwe ji dest daye.
Aloziyên li Kobaniyê
Şervanê Lîwaya Hisîçayê Samî Şêxmûs Hiso (Sîpan) canê xwe ji dest dabû.
Piştî vê yekê doh li gelek bajaran xwenîşandan hatin lidarxistin. Li Kobaniyê jî bi hezaran kes daketin qadan.
Hêzên Ewlehiya Giştî xwest destwerdanê bike û xwenîşanderan ji hev veqetîne.
Di encamê de alozî derket.
Hêzên ewlehiyê hinek ciwan desteser kirin û ew şandin Zindana Kobaniyê.
Şewata zindanê
Piştre di nav Zindana Kobaniyê de dengoyek belav bû.
Hat gotin ku dê girtiyan bişînin zindanên Helebê.
Li ser vê yekê di nav zindanê de alozî û tevlîhevî derket û agir bi hinek beşên zindanê ket.
Di vê şewatê de 9 girtiyan canê xwe ji dest da û 17 girtî jî birîndar bûn.


