Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê Parêzgeha Hisîçayê Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) li ser kuştina Sîpan (Samî Şêxmûs) got, “Em dê tawanbaran ceza bikin”
Şervanê Kurd Samî Şêxmûs Hiso yê ku bi nasnavê "Sîpan Hesekê" dihat naskirin, li bajarê Hisîçayê (Hesekê) yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin û kuştin.
Li gorî zanyariyan, Samî Şêxmûs Hiso ji mala xwe ya li Hisîçayê hat derxistin.
Komeke çekdar a ku ji Dêrezorê hatibû ew revand.
Çekdaran bi kêr û çekan êrişî şervanê Kurd kir û ew kuşt.
"Em dê tawanbaran ceza bikin"
Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê Parêzgeha Hisîçayê Siyamend Efrîn (Mehmûd Xelîl) li ser vê bûyerê daxuyaniyek da.
Siyamend Efrîn li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û diyar kir ku wan malbata şervanê Kurd ziyaret kiriye.
Siyamend Efrîn destnîşan kir ku ew, Alîkarê Parêzgarê Hisîçayê Ehmed Hîlalî û Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê Herêma Hisîçayê Sertîp Nacî Hemewî bi hev re çûne sersaxiya malbata Samî Şêxmûs Hiso.
Wan xemgîniya xwe ji malbatê re anî zimên û got ku ew di van rojên zehmet de li cem wan in.
"Bûyer tê şopandin"
Siyamend Efrîn di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew ji nêz ve vê dosyeyê dişopînin û wiha pê de çû:
"Em bi aliyên pêwendîdar re kar dikin. Lêgerîna me ya ji bo dîtina hemû tawanbaran didome.
Em dê bûyerê bi temamî zelal bikin û berpirsyaran derxin pêşiya dadgehê. Ev yek ji bo me tiştekî gelekî girîng e."
Siyamend Efrîn her wiha anî zimên ku ew pêbendî qanûnan in û dê tawanbaran ceza bikin.
Wî di dawiya peyama xwe de got, "Em dê edaletê pêk bînin û ewlehî û selametiyawelatiyan biparêzin.
Rehma Xwedê li giyanê şehîd be û Xwedê sebir û aramiyê bide malbata wî."



