Semsûr (Rûdaw) - Ji bo piraniya xelkê parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê dema herî krîtîk a salê ye.
Beriya ku hewa sar bibe û şilî dakeve divê her kes titûna xwe biçine.
Niha li bajêr dema berhevkirin û çinîna titûnê ye û Deşta Bilamê jî bi titûnê mişt e.
Ji ber ku berf û barana îsal berhema zeviyan baş e û titûn gelekî baş çêbûye lê cotkarên Semsûrê ji ber mesrefên giran, erzanbûna berhemê û astengiyên li ber firotinê bi fikar in.
Cotkarê bi navê Yilmaz Yavaş li ser pirsgirêkên xwe got:
“Îsal pirsgirêk gelekî zêde ne.
Min 17 donim zevî çandiye û ez niha hesab dikim nêzîkî milyonek û 700 hezar lîreyî mesrefê min çêbûye.
Dema ez qezencê hesab dikim, dibînim ku milyonek lîre jî ji min re namîne.
Em 4-5 kes li ser vê zeviyê dixebitin.
Dema ez heqdestê rojane hesab dikim, eger em biçin bi heqdestê herî kêm bixebitin ji bo me baştir e.”
Çinîna titûnê berbangê dest pê dike
Di çandiniyê de yek ji karên herî dijwar çandina titûnê ye.
Dema çinînê jî hewcedarî hewldaneke taybet e û qonaxa herî zehmet a karê titûnê ye.
Divê cotkar her roj saet 05:00ê sibehê li nava zeviyan bin da ku beriya germahiya rojê berhema xwe biçinin û bibin malê.
Kedkara bi navê Tulay Yavaşê li ser rojeke xwe ya kar got:
“Çinîn ji 3 qonaxan pêk tê. Em saet 05:00an tên û heta saet 10:00an berdewam dikin.
Paşê em berhemê dibin malê. Karê min jî heta nîvê şevê amadekirina xwarin û vexwarinê ye.”
Deriyê debara 40 hezar malbatî ye
Li navend, navçe û gundên Semsûrê deriyê sereke yê debara xelkê titûn e.
Nêzîkî 40 hezar malbat nanê xwe ji çandina titûnê derdixin lê bihabûna mazot, gubre, keda cotkariyê, derman û xercên din barê cotkaran gelekî giran kiriye.
Tevî van hemû zehmetiyan jî ji ber nebûna derfeteke din xelk her sal ji meha Adarê heta dawiya meha Îlonê çavê xwe li vê berhemê digire.
“Eger erzan be tev dibe zerer”
Cotkarê bi navê Îmam Pekmezcî jî bal kişand ser heqdestê karkeran û bihayê firotinê û got:
“Ev karker rojane bi 2 hezar lîreyan dixebitin. Ez dê ji kû bînim?
Mesrefê cot, gubre û zibil dernakeve.
Eger kîloya wê ji hezar û nîvî kêmtir be dê tev bibe zerer.
Niha jî kes nayê napirse û firotin nîne.”
Titûna Semsûrê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwedî nav û dengekî mezin e.
Li bajêr li ser rûberê 150 hezar dekarî titûn tê çandin.
Ji sedî 25ê tevahiya titûna ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê hilberîn bi tenê li Semsûrê tê berhevkirin.
Tê çaverêkirin ku îsal derdora 30 hezar ton titûn were berhevkirin lê ji ber qedexeya veguhastina ji bo derveyî Semsûrê, firotina wê gelekî zehmet bûye û cotkar li benda çareseriyekê ne.



