Semsûr (Rûdaw) - Fîlmê navdar ê bi navê "Braveheart" (Dilê Wêrek) çîroka efsaneya serhildêrê Skoçyayî William Wallace vedibêje.
Ew fîlm bi sahneyên xwe yên balkêş û serkeftina lehengê xwe, xelata Oscarê jî di nav de bû xwediyê gelek xelatan û li cîhanê deng veda.
Lê lehengê fîlmê William Wallace çawa bûye navê kurekî li gundekî Semsûra Bakurê Kurdistanê?
Li nava zeviyên tûtinê yên li navbera dehl û çiyayan, ciwanekî bi navê William Wallace Bektaş dijî.
Ew 14 salî ye û xelkê gundê Mestanê yê Semsûrê ye.
Navê wî di nasnameya fermî de jî wekî "William Wallace" hatiye tomarkirin.
Ev nav destpêkê ji bo wî jî bûbû sedema ecêbiyan lê her ku mezin dibe pê serbilind dibe.
"Hevalên min henekên xwe bi min dikirin"
William Wallace Bektaş li ser navê xwe dibêje:
“Dema ez 6 salî bûm min dixwest navê min biguherin ji ber ku hevalên min carinan henekên xwe bi min dikirin.
Lê paşê dema ez bûm 11 salî êdî min ji navê xwe hez kir.
Kekê min carekê li ser înternetê lêkolîn kir û dît ku ev nav li Tirkiyeyê tenê li cem min heye.
Min 3-4 caran ew fîlm temaşe kir.
Hinek tevger û rûyê min jî dişibin wî.”
Dayîk û bavê William gelekî ji fîlma Braveheartê hez kiriye ku tê de Mel Gibson bi rengekî serkeftî rola lehengê Skoçyayî dilîze.
Wan ji ber vê hezkirinê navê wî lehengî li kurê xwe kiriye.
"Berê digotin mirov dişibe navê xwe"
Dayîka William Leyla Bektaşê li ser danîna vî navî got:
“Merivek bi tena serê xwe çawa serî radike, min ew hîn kir.
Fîlmeke asayî ye lê nirxên di nav de gelek in.
Mirovekî serî hildaye û ew qas tişt gihandine hev.
Min wateyeke wiha jê girt.
Berê digotin mirov dişibe navê xwe, ew jî dişibe wî lehengî.”
"Ji bo kurê mezin nehat qebûlkirin"
Bavê wî Necatî Bektaş jî diyar kir ku wan xwestiye navê kurê xwe yê mezin jî bikin William lê qanûnê wê demê destûr nedaye û wiha pê de çû:
“Me ji bo kurê xwe yê biçûk ceriband û çêbû.
Helbet carinan bertek jî hene.
Carekê me ew biribû nexweşxaneyê, bijîşk ji min re got, ma navekî din nemabû we kiriye William?
Min jî got, tu li karê xwe binêre, ew ne karê te ye.
Ji ber ku navekî tekane ye xelk gelekî jê hez dike.
Her kes dipirse William li kû ye?
Axir dişibê jî û gelekî stûr e û em gelekî jê hez dikin.”
Di nava civaka Kurdan de lêkirina navên biyanî ya zarokan tiştekî ecêb nîne û wekî nîşaneya tolerans û bihevrejiyanê jî tê dîtin.
William Wallaceyê Semsûrî jî di nava Elewî û Suneyên deverê de wekî navekî biyanî û Xiristiyanan bala her kesî dikişîne.


