Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Enqereyê Osman Gokçek di çarçoveya bernameya "Civînên Sedsala Tirkiyeyê" de çû Amedê û li ser rojevê daxuyanî dan.
Gokçek bersiv da pirsa Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak a li ser tabelayên bi zimanê Kurdî û got:
"Kurdî ya me ye, Tirkî jî ya me ye. Ti pirsgirêka me ya herî biçûk jî bi vê mijarê re tune."
Gokçek da zanîn ku parlamenter bi organîzasyona Birêvebiriya Rêxistinê ya AK Partiyê li navçeyên cuda yên Amedê derketine qadê û dê guh bidin pirsgirêkên gel û esnafan û wan bigihînin Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Navenda Giştî ya AK Partiyê.
"Ji bo pêvajoyê piştgiriyeke xurt heye "
Gokçek dema ku nêrînên xwe yên derbarê rewş û pêvajoya li herêmê parve dikirin, wiha got:
"Bi taybetî li ser pêvajoyê îro ez çûm bazarê. Li gorî tiştên ku min li wir dîtin, hemû esnafên bazarê û welatî bi rastî jî piştgiriyeke mezin didin û kêfxweşiya xwe tînin ziman.
Di serdanên malan de ku ji aliyê hevalên me yên rêxistina AK Partiyê ve hatine kirin, dibêjin bi taybetî jin piştgiriyeke xurt didin vê pêvajoyê. Bihîstina vê yekê ez gelekî kêfxweş kirim."
"Divê hûn ji wan bipirsin"
Gokçek pirsa "Hûn dixwazin ji wan kesên ku li dijî tabelayên bi Kurdî derdikevin re çi bibêjin?" wiha bersivand:
"Ti rewşa wiha nîne ku li dijî tabelayên bi Kurdî derkevin. AK Partiya me li ser vê mijarê daxuyaniyeke wiha nedaye. Divê hûn ji wan kesan bipirsin ku dijî wê mijarê derdikevin."
Li Amedê ji sala 2013an ve hinek tabela hatibûn danîn ku li ser wan navên cih, bajar û taxan bi Tirkî û Kurdî hatibûn nivîsandin.
Lê demên dawiyê hinek malper û kesan angaşt kiribû ku ew tabela di çarçoveya pêvajoyê de nû hatine danîn.


