Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Tîma Serokatiya Sûriyeyê Mistefa Ebdî ragihand ku pêvajoya vegera koçberên Serê Kaniyê berdewam dike û got, "Em dikarin her hefte 2-3 karwanên vegerê ji bo koçberên Serê Kaniyê bişînin."
Mistefa Ebdî ji ANHAyê re axivî û li ser hejmara gundên ku koçberên Serê Kaniyê li wan vegeriyane wiha got:
"Nêzîkî 45 gundan in. Ev gund ji paşmayiyên şer hatine paqijkirin lê xebatên hewcedar hîn jî li hinek deveran didomin."
Ebdî got ku bi rêya tîmên rêxistinên alîkariyê yên li herêmê, hinek alîkariyên aborî û bilez ji bo malbatên ku vedigerin tên pêşkêşkirin.
Li gorî wî armanc ew e ku malbat di pêvajoya vegerê de bi hinek pêdiviyên bingehîn bên piştgirîkirin.
"Di demeke kurt de…"
Mistefa Ebdî derbarê rewşa koçberên ku li kamp û dibistanên bajarê Hisîçayê dimînin jî wiha got:
"Karwanên vegerê dê di rojên pêş de berdewam bikin û di demeke kurt de bi dawî bibin.
Ji ber ku dûrahiya di navbera Hisîça û Serê Kaniyê de kurt e em dikarin her hefte du yan sê karwanan bişînin."
Ewlehî berî vegerê tê kontrolkirin
Ebdî derbarê tirsên koçberan ên ji gef û êrişên li navenda bajarê Serê Kaniyê got ku navên kesên dixwazin vegerin mal û milkên xwe, berî çûyîna wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên kontrolkirin.
Wî her wiha ragihand ku lîsteyên navên kesên ku di karwanên vegerê de tomarkirî ne digihîjin wan û paşê ji aliyê ewlehiyê ve tên lêkolînkirin û wiha berdewam kir:
"Eger pirsgirêkek hebe, ew tê çareserkirin û piştî wê destûra veguhestina wan tê dayîn."
Kesên ku malên koçberan dagirkiribûn vedigerin
Mistefa Ebdî derbarê kesên ku dest danîbû ser mal û milkên koçberên ji Serê Kaniyê got ku piraniya wan, piştî zêdekirina hêzên ewlehiyê bi daxwaza xwe ji malên koçberan derketine.
Li gorî wî, hin ji wan kesan vegeriyane taxên bajarê Hisîçayê yên wekî taxa Xiwêranê.
Di du karwanan de zêdetirî 1,100 malbatan vegeriyan
Karwanê yekem ê vegerê 10ê Tebaxê çû Serê Kaniyê û ew karwan ji 410 malbatan pêk dihat.
8ê Îlonê jî karwanê duyem çû Serê Kaniyê û nêzîkî 700 malbatan vegeriyan Serê Kaniyê da ku li mal û milkên xwe dîsa bi cih bibin.
Bi vî awayî di her du karwanên destpêkê de zêdetirî 1,100an malbat ji Hisîçayê ber bi Serê Kaniyê ve vegeriyan.
Sedema koçberiyê
Her du bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an ketin bin kontrola Tirkiye û komên çekdar.
Di encama vê operasyona leşkerî de, ji sedî 87ê xelkê Serê Kaniyê, ango nêzîkî 200 hezar kesan neçar man ku cî û warên xwe bihêlin û koçber bibin.
Li şûna Kurdên ku hatin koçberkirin, 3 hezar malbatên çekdaran, Erebên hawirde û malbatên DAIŞiyan li xanî û gundên wan hatin bicihkirin.
Ji bo hewandina van koçberan, li Hisîça û derdora bajêr kampên wekî Kampa Serê Kaniyê û Kampa Telayê hatin avakirin.



