Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Ahlgren û şandeya pê re hevdîtinek kir.
Edward Ahlgren diyar kir ku welatê wî amade ye hevkariya ewlehî û leşkerî ya li gel Îraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civîna ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê jî amade bû û “hevkariya ewlehî û parastinê ya Brîtanyayê ya li gel Îraq û Herêma Kurdistanê” hatiye gotûbêjkirin.
Her wiha “kontrolkirina çekan a ji aliyê Hikûmeta Federal a Îraqê ve, pêngavên yekxistina Pêşmergeyan û rûdanên ewlehiyê yên dawî yên li herêmê” di rojevê de bûn.
Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya berdewam a Brîtanyayê ya di warê perwerde û şêwirmendiya leşkerî û ewlehiyê de ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya wê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha bal kişand ser girîngiya hevahengiya hevbeş a ji bo têkoşîna li dijî bermahî û şaneyên DAIŞê û metirsiyên terorê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Edward Ahlgren bal kişandiye ser wê yekê ku welatê wî bi giringî li têkiliyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê û aramiya wan dinêre.
Ahlgren ragihand ku Brîtanya amade ye hevkariyên xwe bidomîne û hevbeşiya ewlehî û leşkerî ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bêhtir bi pêş bixe.
“Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rûdanên dawî yên Rojhilata Navîn û girîngiya çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan” mijarên din ên hevdîtinê bûn.


