Hewlêr (Rûdaw) - Suat Balkayayê 30 salî ji 31ê Tebaxê ve li navçeya Dêrxasê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê winda bûye.
Suat Balkaya 31ê Tebaxa 2026an ji mala xwe ya li gundê Avzûtê yê Dêrxasê derket û careke din venegeriya.
Piştî ku Suat venegeriya mala xwe, malbata wî roja 2yê Îlonê hêzên ewlehiyê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê, cendirmeyan û tîmên AFADê bi 69 karmend û 16 wesayîtan li derdora gund û li nav qamîşokên Îronê dest bi lêgerînê kir.
Di xebatên lêgerînê de dron û kûçik jî hatin bikaranîn lê Suat heta niha jî nehatiye dîtin û xebatên lêgerînê berdewam dikin.



