Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 2 jinên ku li ser banê xaniyê xwe mehfûr dişûştin bi karebayê ve man û mirin.
Bûyer li Taxa Dumlupinarê ya li navenda bajêr qewimî.
Li gorî agahiyan, Necla Degîrmenciya 41 salî û Aysel Baltaya 34 salî li ser banê avahiyeke 3 qatî mehfûr dişûştin.
Lê di wê demê de her du jin jî bi karebayê ve man.
Li ser agahdarkirina cîranan, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman jinek rakir Nexweşxaneya Bajêr a Dîlokê û ya din jî bir nexweşxaneyeke taybet lê belê her du jî mirin.



