Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Nifşê Nû li ser avakirina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Her du aliyan ragihand ku ew amade ne li ser bingeha heqê hilbijartinê hikûmeteke hevseng ava bikin ku ji aliyê xelkê Herêma Kurdistanê ve bê pejirandin.
YNK û Nifşê Nû îro li Silêmaniyê civiyan û piştî civînê daxuyaniya xwe ya hevpar ji raya giştî re parve kir.
"Hikûmetek li ser bingeha heqê hilbijartinê"
YNKyê û Nifşê Nû di daxuyaniya xwe ya hevpar de diyar kir:
"Her du aliyan amadebûna xwe nîşan da ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê li ser bingeha heqê hilbijartinê.
Divê ev hikûmet hevseng be û ji aliyê gelê Herêma Kurdistanê, Îraqê û civaka navneteweyî ve were qebûlkirin.
Her wiha divê hikûmetek be ku çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de bibîne."
Hişyariya li ser paşeroja Herêma Kurdistanê
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku pêkneanîna hikûmetê xeter e û wiha dewam kir:
"Em hemû aliyan agahdar dikin, pêkneanîna hikûmetê rasterast bi jiyan, debara xelkê û paşeroja Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.
Ji ber vê yekê, her aliyê ku bibe rêgir li ber pêkanîna hikûmetê, dê li beramberî xelkê Herêma Kurdistanê û her rewşa ku di paşerojê de derkeve berpirsiyar be.
Ji bo dawîanîna li vê rewşa nexwestî ya niha û dabînkirina xweşguzeraniyê ji bo xelkê Kurdistanê, em dê hemû rêyên çareseriyê bigirin ber xwe."
"Deriyê me ji bo diyalogê vekirî ye"
Di dawiya daxuyaniya hevpar de bal kişandin ser pêvajoya diyalogê û hat gotin:
"Wekî her tim deriyê diyalogê yê vê hevpeymaniya me li ber hemû aliyan vekirî ye.
Ev jî dê li ser bingeha wê rastiya nû be ku li Herêma Kurdistanê hatiye holê."


.jpg&w=3840&q=75)