Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Rûsyayê yê Îraqê bi mebesta bidawîhatina erkê xwe Serokê Herêma Kurdistanê ziyaret kir.
Nêçîrvan Barzanî jî ji bo hewldanên wî yên di pêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan de spasiya wî kir.
Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro Balyozê Rûsyayê yê Îraqê Elbrus Kutrashev pêşwazî kir.
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên Rûsyayê li gel Îraqê û Herêma Kurdistanê spasiya hewldanên Kutrashev kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha hêviya serkeftinê di erk û karê wî yê nû de xwest.
Balyozê Rûsyayê jî ji bo hevkarî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar spasiya xwe pêşkêş kir û daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina têkiliyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re anî ziman.
Her wiha di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rûdanên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê Hewlêrê û şandeyeke pê re jî di civînê de amade bûn.

