Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlêkê ji paş ve li kamyonekê xist.
Di qezayê de ji malbatekê 4 kes mirin û 2 jî kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîla ku Levent Çerçiyê 41 salî diajot, ji paş ve li kamyona bi plakaya 63 ALA 126an xist ku Mehmet Gor diajot.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de şofêrê otomobîlê Levent Çerçî, hevjîna wî Fatma Çerçiya 36 salî û her du zarokên wan Mistefayê 15 salî û Buşraya 12 salî mirin.
Tîmên tenduristiyê her du kesên birîndar jî piştî midaxeleya li cihê qezayê veguhastin nexweşxaneyên li Rihayê.


