Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya xwendinê ya li kampên koçberên ji Serê Kaniyê hat rawestandin.
Armanca vê yekê ew e ku malbat vegerin warên xwe û zarok xwendina xwe li wir bidomînin.
Lê belê bi vegera karwanekî din ê koçberan re, metirsî heye ku îsal bi hezaran zarok ji xwendinê bêpar bimînin.
Jêrxaneya perwerdeyê wêran bûye
Endamê Ofîsa Mafnasî û Belgekirinê ya Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Parêzer Xalid Eyane ji Rûdawê re axivî û ragihand ku jêrxaneya perwerdeyê ya li cihên ku koçber vedigerinê gelekî xirab e.
Xalid Eyane da zanîn ku mijara herî girîng fêrkirina zarokan û vegerandina wan a dibistanê ye û got:
“Wekî ku em hemû dizanin, gelek malbatan piştî şer û koçberiyê mal û milkên xwe ji dest dane. Gelek xanî hatine hilweşandin û bi erdê re bûne yek.”
Xalid Eyane anî zimên ku dibistan jî di nav wan avahiyên wêrankirî de ne û wiha pê de çû:
“Gelek dibistan hatine wêrankirin. Divê ew ji nû ve werin çêkirin an jî werin nûjenkirin da ku ji bo xwendinê amade bibin.”
Pêwîstiya zarokan bi ewlehiyê heye
Xalid Eyane behsa parastina zarokan kir û diyar kir ku dabînkirina mafê xwendinê divê bibe yek ji mafên sereke yên zarokan û got:
“Dema ku zarokên koçber vedigerin gundên xwe, pêwîstiya wan bi pergaleke xwendinê ya ewle û aram heye. Ev yek ji bo paşeroja wan gelekî girîng e.”
Pirsgirêka valahiya perwerdeyê
Li gorî gotinên Eyane, ji bo van zarokan pêdivî bi tedbîrên taybet heye.
Hinek zarok ji ber koçberiyê bi salan ji xwendinê dûr mane û ji aliyê temenî ve gihîştine asteke bilindtir lê hîn nikarin xwendina xwe bidomînin.
Xalid Eyane li ser vê yekê jî ev hişyarî da:
“Pêwîst e pirsgirêka valahiya perwerdeyê û dersên winda yên van zarokan were çareserkirin.
Divê ev mijar ji niha ve were çareserkirin da ku vegera zarokan nebe tenê vegereke li mal û gundên wan. Divê ev bibe vegereke bi xwendin, ewlehî û hêviyekê.”
Amarên xwendekaran
Li gorî amarên ku Rûdawê ji berpirsên perwerdeyê yên kampan wergirtine, di serdema xwendinê ya 2025-2026an de li Kampa Serê Kaniyê 3 hezar û 523 xwendekarên qonaxên cuda hebûn.
Ji van xwendekaran hezar û 993 kes Ereb bûn û hezar û 530 kes jî Kurd bûn.
Di qonaxa seretayî de bi giştî 800 xwendekar hebûn.
Ji wan 465 kes Ereb û 335 kes jî Kurd bûn.
Li gorî amaran, heta niha ji koka 14 hezar malbatên koçber tenê nêzîkî hezar û 100 malbat vegeriyane.
Eger pêvajoya vegerê neyê bilezkirin, dê îsal bi hezaran xwendekar ji xwendinê bêpar bimînin.


