Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo protestokirina bihabûna kel û pelan banga xwenîşandaneke girseyî hat kirin.
Koma Parastina Nanê Gel xwest îro li Qamişloyê xwenîşandanek bê lidarxistin.
Armanca vê xwenîşandanê protestokirina bihabûna kel û pelan û xerabûna rewşa jiyanê ye.
Li gorî karta vexwendinê ya ku kopiyeke wê gihîştiye Rûdawê, xwenîşandan dê demjimêr 18:00an li bazara navendî ya Qamişloyê dest pê bike.
Di bangê de çend daxwazên sereke yên xelkê cih digirin.
Daxwazên sereke peydakirina nan û erzankirina bihayê elektrîk, sotemenî û amperan in.
Her wiha daxwaza baştirkirina debara jiyana xelkê jî tê kirin.
"Êdî bes e bihabûn"
Rêkxeran dirûşmên wekî "Êdî bes e bihabûn”, “Êdî bes e kedxwarî”, “Em jiyaneke bi rûmet dixwazin” amade kirine û ji bo beşdarbûnê bangî xelkê kir.
Wan xwest ku xelk bi awayekî girseyî tevlî wê xwenîşandanê bibe.



