Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê 7 kesên Îranî ji ber madeyên hişbir hatin girtin.
Parêzgariya Agiriyê li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.
Hat ragihandin ku tîmên Şaxa Narkotîkê yên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Agiriyê 7 kesên ji Îranê desteser kirine.
Ev yek di çarçoveya xebatên rêlibergirtina bazirganiya madeyên hişbir de hatiye kirin.
Madeyên hişbir di mîdeyên wan de bûn
Ew 7 kesên Îranî ji bo kontrola mîde û rûviyan sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.
Di pişkinînan de, li ser wan û di nav mîde û rûviyên wan de 2 kîlo û 248 gram madeyên hişbir hatin dîtin.
Her wiha 964 hebên hişbir jî hatin dîtin.
Dadgehê biryara girtinê da
Kar û barên wan her 7 kesan ên îfadewergirtinê li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Agiriyê bi dawî bûn.
Pişt re ew şandin Dadgeha Agiriyê.
Dadgehê biryar da ku her 7 gumanbar bên girtin.



.webp&w=3840&q=75)