Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Nûnerê PDKyê yê Bexdayê Hoşyar Zêbarî got, "Hebûna Kurdan a li Bexdayê ne tenê ji ber ku Amerîka dixwaze ye, ji bo berjewendiyên me yên neteweyî pêwîstiyek e."
Hoşyar Zêbarî li Bexdaya paytexta Îraqê bersiv da pirsên Hêvîdar Ehmed û pêvajoya vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê û serdema nû ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji Rûdawê re nirxand.
Zêbarî diyar kir ku Îraq di pêvajoyeke gelekî hestyar re derbas dibe.
Zêbarî li ser salnameya vekişîna Amerîkayê, hewldanên yekîtiyê yên di navbera partiyên Kurdan de û hevsengiyên nû yên siyasî yên li Bexdayê jî agahî dan.
"Vekişîna leşkerî ya Amerîkayê…"
Zêbarî behsa peymana vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ya ji Îraqê kir ku dê heta 30ê Îlona 2026an temam bibe û destnîşan kir ku ev rewş ne "şemitîna eksenê" ye û wiha axivî:
“Ev peymaneke zelal e ku di navbera hikûmeta Sûdanî û Amerîkayê de hatiye kirin.
30ê Îlona 2026an dê erkê hêzên şerker bi dawî bibe lê ev nayê wê wateyê ku dê bandora Amerîkayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê bi dawî bibe.
Li vê derê berjewendiyên aborî û siyasî yên gelekî mezin ên Washingtonê hene. Yek ji balyozxane û konsulxaneyên herî mezin ên cîhanê li vê derê ne.
Îro şer ne tenê hejmara leşkeran e; şerê teknolojî, sîxurî, hêza asmanî û dolaran e. Dê bandora Amerîkayê li ser van xakan berdewam bike.”
"Em li Bexdayê ne biyanî ne, em xwediyê malê ne"
Zêbarî pirsa "Çima divê Kurd li Bexdayê xurttir werin temsîlkirin?" wiha bersivand:
“Em xwe wekî xwediyê vî welatî dibînin. Destûra niha ya Îraqê, di vê avahiya ku em niha tê de rûniştine (ofîsa berê ya Serok Barzanî) hat nivîsandin.
Em hevparên damezirîner ên vê Îraqa nû ne. Bexda kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê ye.
Hewlêreke xurt tê wateya Bexdayeke xurt, Bexdayeke xurt jî tê wateya Hewlêreke xurt. Ji bo parastina mafên xwe divê em li vê derê bin.”
PDK û YNK
Zêbarî eşkere kir ku ji bo derbaskirina xitimîna siyasî ya li Herêma Kurdistanê di navbera PDK û YNKyê de pêvajoyeke micid a diyalogê dest pê kiriye û da zanîn ku yekîtî dê hêza wan a dan û standinê ya li Bexdayê zêdetir bike û got:
“Dîrokê nîşan daye ku em çi qasî bibin yek em dê ew qasî xurt bibin.
Niha di navbera PDK û YNKyê de ji bo avakirina hikûmeta nû û derbaskirina rawestîna heyî hewldaneke gelekî micid heye.
Serkirdayetiya her du aliyan jî pê dizane ku rewşa niha ji bo statuya Herêma Kurdistanê rîskek e.
Înşelah em dê di demeke nêzîk de mizgîniya avakirina hikûmetê bibihîzin.”
Destûr: Karta Kurdan a herî xurt
Zêbarî diyar kir ku li Îraqê li hemberî hewldanên vegera ji sîstema federal a ber bi navendîbûnê ve garantiya herî mezin destûr e û got:
“Karta herî xurt a di destê me de destûr e. Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Îraqiyan navenda serlêdanê ya hevpar ev der e.
Kurd ne hêzeke lawaz in; em xwediyê herêmeke destûrî, hêzeke leşkerî û pêwendiyên navneteweyî ne. Kilîla çareseriyê li Kurdistanê ye.”
Diyaloga bi komên milîs re
Zêbarî li ser pêwendiyên bi komên milîs ên li Bexdayê re jî axivî û diyar kir ku kanalên wan ên pêwendiyê bi piraniya koman re vekirî ne û anî zimên:
“Ew bandora me ya li vê derê dizanin û bi hesabekî cuda nêzîkî me dibin. Gelek alî hene ku dixwazin bi me re diyalogê bikin.
Ji bo ku piştî vekişîna Amerîkayê êrişên li ser Herêma Kurdistanê rawestin hevdîtinên me berdewam dikin lê carinan hinek rûdan li derveyî îradeya aliyan jî diqewimin.”
Zêbarî di dawiya hevpeyvînê de pirsa "Gelo tu li ser navê PDK û YNKyê zimanekî hevpar bi kar tînî?" bi henekî wiha bersivand, "Hema bêje wisa ye, ez wekîl im."
Zêbarî ducare kir ku xurtbûna Kurdan a li Bexdayê pêwîstiyeke dîrokî ye.
.webp&w=3840&q=75)

