Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê amadehiya mazûvaniya Festîvala Zanist û Teknolojiyê dike.
Festîvala Zanist û Teknolojiyê dê 30ê Îlonê dest pê bike û heta 4ê Çiriya Pêşîn bidome.
Tê gotin ku ev festîval dê hejmara geştyaran li herêmê gelekî zêde bike.
Hedef 2 milyon geştyar in
Serokê Desteya Kontrolê ya Yekîtiya Rêberên Turîzmê yên Rihayê Muslum Çoban, li ser girîngiya festîvalê û hatina geştyaran axivî û got:
Muslum Çoban got:
"Ji bo hejmara geştyaran salên 2025 û 2026an armanca me milyonek û nîv bû.
Lê bi saya vê festîvalê niha armanca me ew e ku em bi asanî 2 milyon geştyaran derbas bikin."
Divê were gotin ku sala 2025an nêzîkî milyonek geştyaran çûbûn Rihayê.
Dê bandorê li Mêrdîn û Amedê jî bike
Tê pêşbînîkirin ku bandora vê festîvalê tenê bi Rihayê ve sînordar nemîne û geştyar parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî ziyaret bike.
Rêberê Turîzmê yê Mêrdînê Adar Poyraz jî bal kişand ser vê yekê û got:
"Herêma me yek parçe ye. Kesên ku tên vê derê dibêjin 'Ka em herin Mêrdîn û Amedê jî bibînin'.
Em piştgiriyê didin lidarxistina festîvalên bi vî rengî yên li herêmê."



