Hewlêr (Rûdaw) - Keçelokek ji aliyê parêzvanekî jîngehê ve li Hewramana Rojhilatê Kurdistanê hat dîtin û piştî dermankirinê ew vegerandin nav xwezaya Kurdistanê.
7ê Îlona 2026an parêzvanê jîngehê Abid Husênî li Hewramanê ji çapemeniyê re ragihand:
"Min keçelokekî birîndar dît û piştî dermankirinê, min ew vegerand nav xwezayê."
Li gorî Abid Husênî berî 20 salan ev cureyê teyran li herêmê pir bûye, dû re nehatiye dîtin lê di pênc salên dawiyê de ew dîsa li herêmê tên dîtin.
Ev teyr ajelên mirî dixwe û wisa jiyana xwe didomîne.
Azadkirina ajelan û bi taybetî jî azadkirina teyrên birîndar û vegerandina wan a nav xwezayê li Rojhilatê Kurdistanê bûye karekî berbelav.
Encumena Parêzvaniya Jîngehê ya Kojînê ya li bajarê Seqizê 9ê Tebaxa 2026an eyloyek (qertel) vegerand nav xwezayê ku ew eylo ji aliyê çend kesan ve hatibû girtin.


