Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewêlê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket û di encama xebatan de hat vemirandin.
Şeva borî li sînorê gundê Siyanisê yê Hewêlê ji ber sedemeke ne diyar agir bi daristanê ket.
Welatiyan ji bo vemirandina êgir yekser dest bi xebatê kir û li ser agahdarkirinê ji parêzgehên Sêrt, Amed, Êlih û Bedlîsê tîmên agirvemirandinê şandin cihê şewatê.
Agir di encama xebatên gel û tîmên agirvemirandinê de hat vemirandin. Nehat eşkerekirin bê ma çend donim daristan şewitiye.



