Amed (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hefteya adaptasyonê ji bo xwendekarên ku dê sala perwerdeyê ya 2026-2027an dest bi dibistanê bikin, dest pê kir.
Zarok vê hefteyê mamosteyên xwe, pol û hevalên xwe yên nû nas dikin û ji bo ku roja destpêka dibistanê zehmetiyên adaptasyonê nejîn tev li çalakî û lîstikan dibin.
Hefteya adaptasyonê ji bo zarokên pêşdibistanê û xwendekarên pola yekê pênc roj in.
Ji bo xwendekarên pola pêncan a dibistana navîn jî ev bername sê rojan dê bidome.
Armanc ew e ku zarok ji dibistanê netirsin
Armanca sereke ya hefteya adaptasyonê ew e ku zarok mamosteyên xwe nas bikin, bi polên xwe û hevalên nû re hevnas bibin û hêdî hêdî karibin ji malê dûr bikevin.
Di çalakiyên vê hefteyê de zarok bi lîstik û bernameyên cuda tên pêşwazîkirin.
Mamoste hewl didin ku xwendekar hînî atmosfera dibistanê bibin û bi destpêka sala nû ya perwerdeyê re ji hestên tirs û xerîbiyê dûr bikevin.
“Zarok dê bi hezkirin û kêfxweşî herin dibistanê”
Dê û bavên zarokan jî di roja yekem a hefteya adaptasyonê de bi kêf û kelecanê li dibistanan bûn.
Welatî Îzzet Încî got ku zarok di vê hefteyê de bi heval û mamosteyên xwe re hevnas dibin.
Bulent Bîngol jî got keça wî Zeyneb îsal bûye şeş salî û ji bo cara yekê dest bi dibistanê dike.
Elîf Ekînciyê got keça wê îsal diçe pola yekê û hêvî kir ku sala perwerdeyê bi xêr derbas bibe.
Rojaya ku zaroka wê îsal diçe pola yekê got ew û malbata wê bi kelecan in.
Suphan Dulkadîr bal kişand ser girîngiya vê hefteyê û got:
“Ev hefte gelekî girîng e. Zarok bi mamosteyên xwe re hevnas dibin. Bi vî awayî ew dê bi hezkirin û kêfxweşî herin dibistanên xwe.”
Emîn Adiguzel jî got ku stres û kelecana wî ji ber destpêka sala nû ya perwerdeyê zêde ye.
Li Amedê nêzîkî 40 hezar zarokan dê herin pola yekê
Li Amedê jî nêzîkî 40 hezar zarokên heft salî dê îsal herin pola yekê.
Zarok wekî dê û bavên xwe, bi kelecaneke mezin cara yekê derbasî hewşên dibistanan bûn.
Xwendekar Nûşînê got:
“Mekteb xweş e. Hem mal xweş e, hem jî mekteb xweş e.”
Berîtan Egîla ji Mêrdînê ku îsal dê here pola çaran, xwişka xwe jî anîbû dibistanê. Wê got xwişka wê dê here pola yekê.
Zeryayê jî ji kêfxweşiya xwe ya roja yekê behsa diyariyên mamosteyê xwe kir û got ku mamoste pênûs, balon û madalya dane wê.
Sala nû ya perwerdeyê 14ê Îlonê dest pê dike
Piştî qedandina hefteya adaptasyonê dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zengila sala nû ya perwerdeyê 14ê Îlonê lê bide.
Li gorî amaran, nêzîkî 18 milyon xwendekarên pêşdibistanê, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê dê di sala perwerdeyê ya 2026-2027an de dest bi xwendinê bikin.


