Hewlêr (Rûdaw) - Li bazara ajelan a Amedê di navbera du koman de nîqaş derket û di demeke kurt de veguherî pevçûna bi daran.
Pevçûna ku gelek kes tê de birîndar bûn bi kameraya telefona destan hat tomarkirin.
Hat zanîn ku aliyan piştî bûyerê giliyê hev nekiriye û piştî rojekê li hev hatine.
Li gorî agahiyan, beriya 2 rojan li bazara ajelan di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî ku nîqaş mezin bû aliyan bi daran êrişî hev kir.
Di pevçûna ku di demeke kurt de mezin bû de gelek kes birîndar bûn.
Di dîmenên ku ji aliyê derdorê ve bi telefona destan hatine tomarkirin de tê dîtin ku du komên qelebalix bi daran êrişî hev dikin.
Hat zanîn ku piştî bûyerê aliyan giliyê hev nekiriye.
Hat diyarkirin ku aliyan doh dîsa hev dîtiye, dawî li pirsgirêka xwe aniye û li hev hatine.
Hûrgiliyên li ser sedema derketina pevçûnê hîn ne diyar in.


