Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Park û Baxçeyên a Şaredariya Peyasê ya Amedê bi tovên xwecihî û kevnar ên ji gundan hatine komkirin li ser rûbereke 7 donimî bostanek çand.
Berhemên ku ji wan tovên xwecihî hatine berhevkirin dê ji aliyê şaredariyê ve li malbatên hejar werin dabeşkirin.
Ji Licê heta Bismilê gund bi gund geriyan
Alîkara Hevserokên Şaredariya Peyasê Gulistan Nazlierê diyar kir ku armanca wan a yekem parastina xwezayê û rizgarkirina gel a ji tovên biyanî û çekirî ye.
Ev projeya ku bi pêşengiya Komîsyona Ekolojiyê ya Şaredariya Peyasê ve tê birêvebirin, ne tenê projeyeke alîkariyê ye, di heman demê de xebateke parastina pergala ekolojîk û çanda herêmê ye jî.
Nazlierê destnîşan kir ku tîmên şaredariyê li navçeyên wekî Licê, Pasûr û Bismilê gund bi gund geriyane û ji dayikan ev tovên kevnar kom kirine.
Şewata gundan a salên 90î û mîrata dayikan
Yek ji xalên herî balkêş ên projeyê, dîroka van tovan e.
Wekî ku Gulistan Nazlier jî amaje pê dike, di salên 1990 û 1995an de gelek gundên herêmê hatibûn şewitandin û ji ber vê yekê beşeke mezin ji tovên xwecihî jî ji holê rabûbûn.
Şaredariyê di dema komkirina van tovan de xebateke arşîvkirinê ya hûr û kûr jî meşandiye.
Gulistanê bal kişand ser wan xebatan û got:
"Di salên 90î de pir gund hatin şewitandin lê dayikên Kurd çûne gundên neşewitî û ev tovên kevnar parastine.
Me jî ew tov ji wan wergirtin û navê gundên wan li ser wan nivîsî, wekî tovên gundê Çemê Elikî, Sipênîg û Firdewsê."
Vê xebata sîstematîk hiştiye ku nasnameya çandiniyê ya Amedê ji nû ve were vejandin.
Zêdetirî tonek berhem û 260 hezar şitil hatin belavkirin
Ev projeya ku 3 sal in bi kedeke mezin tê meşandin, îsal gihîştiye lûtkeya xwe.
Berê ji ber kêmbûna tovan tenê li ser rûberên biçûk çandinî dihat kirin lê piştî ku ji firingî, bacan û îsotên herî baş tov hatine girtin û zêdekirin, erdên çandiniyê jî berfirehtir bûne.
Îsal cara yekem e ku ev hemû berhem bi rengekî girseyî tên berhevkirin.
Li gorî amarên ku şaredariyê ragihandine, tenê di vê heyamê de zêdetirî tonekê berhem û 260 hezar şitil hatine komkirin.
Şaredarî van berheman yekser û bêyî ku bikevin bazarê, bi armanca piştevaniya civakî digihîne destê welatiyên hejar.
Di heman demê de şaredariyê ne tenê berhem, 260 hezar şitilên ku ji van tovên kevnar hatine hilberîn jî li şaredariyên din û welatiyan belav kirine da ku ev çanda tovên xwecihî li seranserê herêmê belav bibe.
Armanca sala pêşiya me
Di serdana zeviyê de nûçegihanê me Abdulselam Akinci jî şahidiya wê yekê kir ku di navbera van berheman û yên bazarê de cudahiyeke mezin heye.
Bêhn û tehma firingî û îsotên ku bi tovên xwecihî hatine çandin gelekî xwezayî û cihêreng in.
Ev jî nîşan dide ku vegera li xwezayê û bikaranîna rêbazên bav û kalan çi qasî girîng e.
Şaredariya Peyasê ji bo paşerojê jî armancên hîn mezintir danîne pêşiya xwe.
Alîkara Hevserokên Şaredariya Peyasê Gulistan Nazlierê diyar kir ku ew dixwazin sala bê qebareya çandiniyê û belavkirinê sê qatan zêdetir bikin.
Bi vê gavê re hem dê rûberên çandiniya ekolojîk li Amedê berfirehtir bibin hem jî dê alîkariya aborî ya ji bo malbatên hejar bigihîje asteke bilindtir.


