Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê ragihand ku serê sibeha îro bi 3 dronan êrişî kampa malbatên Komeleyê ya li Sûrdaşê hatiye kirin.
Berpirsê Pêwendiyan ê Komeleyê Elî Rencberî da zanîn ku êriş vê sibehê saet 04:40î pêk hatiye.
Rencberî li ser zerer û ziyanên êrişê got "Xweşbextane ti ziyanên canî nînîn û malbat û hevalên me baş in lê ziyanên madî çêbûne."
"Ji bilî jin û zarokan ti kes li wê derê nîne"
Elî Rencberî diyar kir ku ev êriş li ser hev tên kirin û anî zimên:
"Ev êriş di demekê de tên kirin ku li wî cihî ji bilî jin, zarok û xelkê sivîl, ti baregeha leşkerî yan partiyî nîne."
Li aliyê din, Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî jî da zanîn ku ji ber êrişê hejmareke baregeh û xaniyan şewitîne lê bi saya amadebaşî û tedbîrên parastinê, Pêşmergeyên Komeleyê kariye xwe biparêzin.
"108 caran bi mûşek û dronan êriş hat kirin"
Penahî destnîşan kir ku ev êriş di çarçoveya wan êrişên Komara Îslamî ya Îranê de ne ku li dijî baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê didomin.
Li gorî gotina Emced Penahî, ji destpêka şerê navbera Amerîka û Îranê ve heta niha, baregeh û kampên wan 108 caran bi mûşek û dronan hatine armanckirin.
.webp&w=3840&q=75)


