Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi çekê dawî li jiyana xwe anî.
Bûyer derengê şeva borî li parkeke navçeya Rezanê qewimî.
Li gorî agahiyan, piştî bihîstina dengê çekê, welatiyên li derdorê polîs û tenduristiyê agahdar kirin.
Dema tîmên hawarçûnê gihîşt cihê bûyerê, wan dît ku ew kes li erdê bêliv dirêj bûye û tivingek li kêleka wî ye.
Di kontrolên destpêkê de hat diyarkirin ku wî kesî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Li gorî zanyariyên polîsan, li ser wî kesî ti nasname an belgeyeke fermî nehatiye dîtin.
Ji ber vê yekê hîn nayê zanîn bê ew kes kî ye û ji ber çi sedemê dawî li jiyana xwe aniye.
Termê wî kesî ji bo karên otopsiyê birin Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh kir û xebatên ji bo tespîtkirina nasnameya wî didomin.

.webp&w=3840&q=75)

