Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê, ji bo 15 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya baran û birûskan da.
Saziyê bangî xelkê kir ku li hemberî rewşên neyînî yên hewayê baldar be û tedbîrên xwe bistînin.
Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê, rapora xwe ya li ser rewşa hewayê ya îro 6ê Îlona 2026an eşkere kir.
Li gorî raporê, tê pêşbînîkirin ku li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare û birûsk vedin.
Her wiha bangî xelkê hat kirin ku li hemberî lehiyên ku ji nişka ve radibin û rewşên neyînî baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.
Li kîjan bajaran baran dibare?
Li gorî nirxandinên dawî yên Saziya Meteorolojiyê, tê payîn ku li parêzgehên Erzirom, Qers, Erdexan, Agirî, Îdir, Çewlîg, Dêrsim, Xarpêt, Mûş, Bedlîs, Wan û Erzinganê baraneke gur bibare.
Saziya Meteorolojiyê her wiha hişyarî da ku dê li parêzgehên Amed, Êlih û Sêrtê jî piştî nîvro baraneke bi birûsk dest pê bike.
Li gorî raporê, tê payîn ku li parêzgehên wekî Riha, Mêrdîn û Dîlokê hewa ewravî be lê li hinek deverên van parêzgehan jî îhtîmala baranê heye.

