Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ji bo koça dawî ya Ebdulwahîd Îbrahîm sersaxî da Serok Barzanî.
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî bi boneya koça dawî ya Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî peyameke sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şand.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Elî Falih Zeydî ji ber koça dawî ya Ebdulwahîd Îbrahîm hevxemiya xwe nîşan daye.
Serokwezîrê Îraqê di peyama xwe de ji Xwedê xwest ku kesê Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî bixe ber dilovaniya xwe û cihê wî bihişt be.
Wî her wiha xwest ku Xwedê sebir û aramiyê bide malbat û hezkiriyên wî.
Neviyê Şêx Ebdulselam Barzanî
Serok Mesûd Barzanî doh koça dawî ya Ebdulwahîd Îbrahîm ragihandibû.
Serok Barzanî ew wekî "birayê mezin ê malbatê" bi nav kiribû.
Di peyama Serok Barzanî de hatibû destnîşankirin ku kesê koçkirî neviyê rêberê neteweyî û olî Şêx Ebdulselam Barzanî ye.
Her wiha hatibû gotin ku ew di nav malbatê de bi kesayetiya xwe ya olî, xwedaparêzî û xêrxwaziyê dihat naskirin.
Merasîma şînê li Barzanê ye
Li aliyê din, Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dê sibe merasîma oxirkirin û şîna Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî were lidarxistin.
Hat zanîn ku dê merasîm li devera Barzanê be.
.webp&w=3840&q=75)


