Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê de hûrgiliyên nû derketin holê.
Li ser daxwaza parêzerên malbatê, biryar hat dayîn ku tomarên 7 hezar û 353 wesayîtan bên lêkolînkirin û ji 50 kesên din jî nimûneya DNAyê bê wergirtin.
Her wiha bi rapora pisporan eşkere bû ku gumanbarekî digot "ez ne li cihê bûyerê bûm", di wê demê de li wir bûye.
Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve tê kirin, li ser mirina Rojîn Kabaîşa 21 salî biryarên nû hatin wergirtin.
Rojîn Kabaîş sala 2024an li Wanê winda bûbû û pişt re cenazeyê wê li berava Gola Wanê hatibû dîtin.
Parêzerên malbatê Abdurrahman Karabulut, Şahîn Canguleç û bavê wê Nîzamettîn Kabaîş, di civîneke çapemeniyê de tespîtên dawî yên di dosyeyê de û daxwazên ku ji aliyê dozgeriyê ve hatine qebûlkirin, ji raya giştî re eşkere kirin.
Abdurrahman Karabulut diyar kir ku wan ji 10ê Tîrmehê ve li ser nêzîkî 30 mijaran daxwaz ji dozgeriyê kirine.
Piraniya daxwazên wan hatine qebûlkirin lê hinek ji wan jî hatine redkirin.
Gumanbar li cihê bûyerê bûye
Karabulut bal kişand ser pêşhatên herî girîng ên dosyeyê û destnîşan kir ku derewa kesekî gumanbar, bi rapora pisporan hatiye pûçkirin.
Wî kesî di îfadeya xwe de digot ku ew ne li cihê bûyerê bûye lê bi rêya tespîtkirina koordînatan hat piştrastkirin ku di dema ku Rojîn Kabaîş winda bûye de, ew kes li heman cihî bûye.
Karabulut li ser mijarê got:
"Ji ber nihêniya lêpirsînê em niha nikarin navê wî bidin lê daxwaza me ya ji bo tespîtkirina cihê wî kesî hat qebûlkirin.
Her wiha 15 xulekan beriya windabûna Rojînê, kesek li ser torên civakî pê re axiviye, sînyala wî ji heman stasyonê hatiye û yekser piştî wê axaftinê hesabê xwe yê Instagramê girtiye.
Me li ser wî kesî gilî kir û xwest bê desteserkirin. Li ser qeydên kamerayan û sînyalên telefonan, eşkere bû ku wê şevê li wê derê liv û tevgereke balkêş çêbûye."
Şopên tiliyan ên li ser telefonê nehatine lêkolînkirin
Di çarçoveya lêpirsînê de li ser wesayîtên bejahî û yên avî, delîlên dîjîtal û qeydên sûcan ên berê jî lêkolîn bi hûrgilî tên kirin.
Daxwaza ku ji Sîstema Naskirina Plakayan tomarên HTSyê yên 7 hezar û 353 şofêran bên derxistin, dest li ser telefonên wan bê danîn û nimûneyên DNAyê ji wan bên wergirtin, ji aliyê dozgeriyê ve hat qebûlkirin.
Her wiha hemû gundên li ser xeta taxa Bardakçiyê ku Rojîn lê winda bûbû û Girava Çarpanaxê ya li Mela Qasimê ku cenazeyê wê lê hatibû dîtin, tevî keştî û belemênê wê herêmê, ketin nava çarçoveya lêkolînê.
Hûrgiliyên din ên li ser delîlên dîjîtal û fîzîkî de jî hatin parvekirin. Hat zanîn ku her çi qas li ser kek, berguhk, miftehilgir û şûşeya plastîk ên li beravê hatibûn dîtin lêkolîna şopa tiliyan hatibe kirin jî li ser telefona destan a Rojînê ev xebat nehatiye meşandin.
Ji ber vê yekê ji bo telefonê ji nû ve lêkolîn hat xwestin. Hat diyarkirin ku piştî bersiva ji şirketa METAyê hatiye, dozgeriyê nivîseke duyemîn û berfirehtir şandiye.
Her wiha lêkolîna li ser tomarên HTSyê yên wan kesên ku li herêmê tevlî sûcên destdirêjiyê yan jî sûcên din bûne û tespîtkirina hebûna wan a di roja bûyerê de li wê derê, berdewam dike.
Ji 415 kesan nimûneya DNAyê hat wergirtin
Parêzer Şahîn Canguleç jî da zanîn ku heta niha ji 415 kesan nimûneya DNAyê hatiye wergirtin lê di encama vekolînan de hîn ti lihevhatin nehatine dîtin.
Canguleç ragihand ku lîsteyeke nû ya 50 kesî heye ku ji aliyê dozgeriyê ve hatiye tespîtkirin û dê ji wan jî nimûneya DNAyê bê wergirtin.
Canguleç destnîşan kir ku di rapora pisporan de 4 kesên cuda yên ku heman navî hildigirin hatine tespîtkirin.
Ji wan 3 kes karmendên dewletê ne ku di roja bûyerê de li parêzgehên cuda li ser kar bûne.
Lêkolîna li ser wî kesê çaremîn ê ku wekî gumanbar tê dîtin û agahiyên wî bi dest nakevin jî berdewam dike.



